Baydemîr: Li dijî şerxwazan em biçin ser sindoqan
Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr bang li hilbijêrên derveyî welat kir û xwest her kes biçe ser sindoqan û li dijî zordestiyê bila dengê xwe bidin.
Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr bang li hilbijêrên derveyî welat kir û xwest her kes biçe ser sindoqan û li dijî zordestiyê bila dengê xwe bidin.
Ji bo tûra 2’emîn a Hilbijartina Serokomariyê hilbijêrên li derveyî welat dest bi dengdanê kirin. Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr ku bi taybetî beriya hilbijartinên 14'ê Gulanê li ser navê Partiya Çepên Kesk him li Brîtanya û hem jî li Ewropayê kampanyayeke hilbijartinê ya xurt meşand, bang li hilbijêrên li derveyî welat kir.
Banga Baydemîr wiha ye:
“Di serî de ez spasiya wan kesan dikim ku ji bo aştî, azadî û demokrasiyê dengê xwe dan. Em hemû bûn şahid ku me hilbijartinek ne di şertên wekhev de li pey xwe hişt. Mixabin niha parlemento di destê şerxwazan de ye ku dixwaze faşîzmê mezintir bikin.
Lê hê neqediyaye. Mohr û bandor di destê we de ye. Hilbijartina serokomariyê wê di 28’ê Gulanê de careke din were kirin. Hûn dikarin carek din biçin ser sindoqan û hesap bipirsin. Hûn dikarin sazîbûna faşîzma mutleq asteng bikin. Niha meclîs di Tifaqa Cûmhûrê de ye.
Hilbijêrên li derveyî welat wê di navbera 20-24'ê Gulanê de xwedî mafê dengdanê bin. Banga me ew e ku faşîzma mutleq bi sazî nebe, qanûndanîn û rêveberî ji ferasetên cihê yên siyasî me, em ê karibin bêhnê bistînin. Em di vê pêvajoyê de hemû nas û dostên xwe yên ku neçûne ser sindoqan, bibin ser sindoqan. Em ji bîr nekin ji bo ku pêşiya faşîzmê were girtin û hesap jê were pirsîn ev hilbijartin tên kirin.”